Trump: Tevlîbûna Lihevkirina Îbrahîmî şertê sereke yê lihevkirina ligel Îranê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê tevahiya welatên navbeynkar û heta Komara Îslamî ya Îranê bi xwe jî, wekî şertekî neçariyê, tevlî "Lihevkirina Îbrahîmî" a asayîkirina peywendiyan ligel Îsraîlê bibin, daku lihevkirina fermî ya rawestandina şer bê îmzekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya "Truth"ê eşkere kir ku danûstandinên ligel Îranê (yên ku niha li Qeterê bi rêve diçin) "baş" dimeşin, lê wî şertekî nû û giran bo gihîştina bi encama dawiyê ragihand.
Trump bi rengekî fermî ragihand ku an divê lihevkirineke pir baş ligel Îranê bê kirin an jî tu lihevkirin nayên kirin û ew dê vegerin eniyên şer û gulebarankirinê, ku vê carê dê ji carên pêştir "mezintir û bihêztir" be, û got: "Tu kesek vê yekê naxwaze."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku di peywendî û civînên xwe de ligel serkirdeyên herêmî yên wekî Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Qeter, Pakistan, Tirkiye, Misir, Urdin û Behreyn ji wî re hatiye ragihandin: Piştî hemî bizavên ku Amerîkayê bo çareserkirina vê "metela aloz" kirine, divê wekî şertekî bingehîn ev welat hemî tavilê îmzeyê li ser "Lihevkirina Îbrahîmî" bikin. Trump daxwaz kir ku bi taybetî Siûdiye û Qeter welatên yekê bin ku îmze bikin û yên din jî bikevin pey wan.
Trump pêşniyareke neçaverêkirî pêşkêş kir û ragihand: "Eger ev belgenameya me bê îmzekirin, dê şanaziyeke mezin be ku Komara Îslamî ya Îranê jî bibe parek ji Lihevkirina Îbrahîmî; ay ka ev yek dê çend tiştekî taybet be!" Trump li wê bawerê ye ku ev pêngav dê bibe giringtirîn lihevkirin di dîrokê de û hêz, tenahî û pêşkeftina aborî ya bêhempa bo deverê tîne.
"Aştî bo cara yekê di 5000 salan de"
Trump di peyama xwe de zêde kir: "Ev lihevkirin dê bibe sedema pêkanîna hêz û aştiya rastîn li Rojhilata Navîn de bo cara yekê di 5000 salên borî de." Wî amaje bi wê yekê jî kir ku ew welatên niha endamên vê lihevkirinê ne, mîna Îmarat, Behreyn, Mexrib, Sûdan û Kazaxistanê di warên darayî, aborî û civakî de pêşkeftineke mezin dîtiye.
Serokê Amerîkayê herwesa ragihand ku wî bi rengekî fermî daxwaz ji nûnerên xwe kiriye ku bi lez pêvajoya tevlîbûna van welatan bo nav Lihevkirina Îbrahîmî bidin destpêkirin û bi rengekî serkeftî bi dawî bînin. Tekez jî kir: "Her welatekî ku neyê nav vê lihevkirinê, nabe bibe parek ji lihevkirina mezin a Îranê jî, ji ber ku ew nîşana niyeta xirab e."