21 Aliyên Kurdî li Qamişloyê encamên hilbijartinên Şamê red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – 21 alî û tevgerên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê encamên wê pêvajoya ku hikûmeta Şamê bo hilbijartina endamên parlamenê rêkxistibû bi fermî red kirin. Aliyên Kurdî ragihandin ku ew pêvajo nûnerîtiya îradeya gelê Kurd nake.
Di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li bajarê Qamişloyê, îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) nûnerên 21 partiyên Kurdî ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî di nav de ye, beyannameyeke hevpar li dijî mîkanîzma hilbijartinên Şamê belav kir.
Aliyên tevlîbûyî ragihand: "Ev pêvajo careke din bizavên Şamê ji bo piştguhxistin û dûrxistina aliyên rastîn bi rêya destnîşankirina kesatiyên diyarkirî eşkere kir."
Li gorî destûra demkî ya Sûriyeyê, Encûmena Gel (Parlamen) ji 210 endaman pêk tê. Du li ser sêyê (2/3) ya van endaman ji aliyê lîjneyên navxweyî ve tên hilbijartin ku ew lîjne bi xwe jî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve (ya ku ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hatiye diyarkirin) hatine destnîşankirin.
Aliyên Kurdî tekez dikin ku tu bingehên demokrasiyê di vî awayî de nînin û ew kesên ku li Heseke û Kobaniyê bi navê Kurdan bi ser keftine "tenê nûneratiya xwe dikin, ne ku ya gelê Kurd."
Di wê pêvajoya ku li roja Yekşemê birêve çû de, 9 nûner ji bo parêzgeha Hesekeyê û 2 nûner jî ji bo devera Kobaniyê hatin destnîşankirin. Ev pêngava yekalî ya Şamê di demekê de ye ku di meha Çileyê ya borî de aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê li ser yekkirina dezgehên sivîl û yên lesşkerî li hev kir, lê niha aliyên Kurdî dibêjin ev awayê hilbijartinan xizmeta pêvajoyeke siyasî ya giştgir nakin.
Suweydayê hilbijartin red kirin; Hikmet Hicrî daxwaza "Rêveberiya Xweser" dike
Ji aliyekî din ve, li parêzgeha Suweydayê (ku piranî şêniyên wê Durzî ne) ji ber berdewambûna aloziyan ligel Şamê, tu pêvajoyeke hilbijartinan nehatiye birêvebirin. Rêberê Ruhanî yê Durziyan Hikmet Hicrî, ku li dijî siyaseta navendî yên Şamê ye, careke din daxwaza "Rêveberiya Xweser" bo parêzgeha Suweydayê kir û ragihand: "Em çêtir dizanin çawa karûbarên devera xwe birêve bibin."
Biryar e ku yek li ser sêyê (1/3) ya endamên mayî yên parlamenê rasterast ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve bên destnîşankirin; ev mijar jî bûye sedem rexnegirên navxweyî û navdewletî wê pêvajoyê wekî "nedemokratîk" û bizavekê bo kontrolkirina reha ya parlamenê ji aliyê desthilatê ve wesf bikin.