Libnan: Di êrîşên Îsraîlê de heta niha zêdetir 1,200 kesan canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê amara herî nû ya qurbaniyên êrîşên Îsraîlê belav kir û ragihand, hejmara kesên hatine kuştin ji 1,200î derbas bûye.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro 29ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Libnanê ve (ji 2ê Adarê ve) heta niha 1,238 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bilî kuştiyan, 3,543 kes jî di encama bombebaran û êrîşên cuda de birîndar bûne. Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku ji ber berdewamiya êrîşan, her roj hejmara qurbaniyan zêdetir dibe û zexteke mezin li ser sîstema tenduristiyê ya welat çêbûye.

Ev amar di demekê de tê belavkirin ku girjî û aloziyên li ser sînorê Libnan û Îsraîlê di asta herî bilind de ne. Îsraîl rojane navçeyên cuda yên Libnanê bombebaran dike û ev yek dibe sedema zêdebûna windahiyên canî û zirara mezin a binesaziya welat.