Li Herêma Kurdistanê xwendin bi awayê "elektronî" berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ji ber rewşa neasayî ya navçeyê, proseya perwerde û xwendinê li hemû dibistan û zanîngehan bibe elektronîk.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê îro 29ê Adarê ragihand, piştî civîna wezaretên peywendîdar, biryar hatiye girtin ku amadebûna fîzîkî ya xwendekaran li hemû navendên xwendinê û zanîngehan were rawestandin. Ev biryar wekî tedbîreke demkî ji bo rûbirûbûna rewşa niha ya navçeyê, hatiye standin.

Li gorî daxuyaniyê, xwendin ji bo hemû qonaxan tenê bi şêwazê serhêl (online) û dîjîtal berdewam dike. Çavkaniyekê ji Wezareta Xwendina Bilind ji Kurdistan24ê re diyar kir, dema vegera bo xwendina rûbirû hîn ne diyar e. Lê belê her du wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind dê heftane bicivin, da ku nirxandina rewşê bikin û biryarên nû bidin.

Di biryarê de tenê ji bo waneyên pratîkî yên li zanîngehan cudahiyek hatiye kirin. Ji bo ku zirar negihîje asta zanistî ya xwendekaran, waneyên pratîkî dê li kempusên zanîngehan bi amadebûna fîzîkî berdewam bikin.

Hikûmetê her du wezaret raspartine ku demildest rêkarên pêwîst ji bo aktîfkirina sîstema nû bigirin, da ku ti qutbûn di proseya perwerde û fêrbûnê de çênebe.

Ev pêngava hikûmetê piştî wê yekê tê, di çend rojên borî de ji ber alozî û geşedanên ewlehiyê yên li navçeyê, çend caran li navendên xwendinê betlaneyên fermî hatibûn ragihandin.