Iraq piştî 40 salî dîsa gihîşt Mondîalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Iraqê bi encama (2 – 1) li hemberî Hilbijardeya Bolîvyayê ket û bi fermî gihîştina xwe ya ji bo Mondîala 2026an misoger kir. 

Îro 1ê Nîsanê, li staduma "Monterrey" ya li welatê Meksîkayê, Iraq û Bolîvya hatin pêşberî hev. Lîstik saet di 06:00ê sibehê de dest pê kir. 

Lîstik bi êrîşên Iraqê dest pê kir û hîn di xuleka 10an de, lîstikvan Elî Hemadî gola yekem a Iraqê tomar kir. Lê berî ku nîveka yekem bi dawî bibe, di xuleka 38an de lîstikvanê Bolîvyayê Moises Paniagua gola wekheviyê lê da û nîveka yekem bi encama 1-1 bi dawî bû.

Di nîveka duyem de, Iraqê zextên xwe zêde kirin. Di xuleka 53an de, êrîşberê bi navûdeng Eymen Husên gola duyem û ya serketinê ji bo Iraqê tomar kir. Iraqê karî vê encamê heta dawiya lîstikê biparêze û bi vê serketinê bilêta Mondîalê bi dest xist.

Ev serketina Iraqê wateyeke mezin hildigire, ji ber ku Iraq ji sala 1986an û vir ve (40 sal in) nekarîbû bigihîje lîstikên Kupa Cîhanê. Bi vê encamê, Iraq dawî li çaverêkirina 40 salan anî û dê di Mondîala 2026an de ku li her sê welatên Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin, cihê xwe bigire.