Brîtanya sîstema berevaniyê ya zêdetir dişîne Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Brîtanyayê ragihand, wan ji bo parastina ewlehiya navçeyê û xurtkirina hevkariya ligel welatên Kendavê, sîstema berevaniyê û alavên serbazî yên pêşketî şandine Rojhilata Navîn.
Berdevka Hikûmeta Brîtanyayê ya ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Jocelyn Waller eşkere kir, London hevkariya xwe ya berevaniyê ligel endamên Encûmena Hevkariya Kendavê berfirehtir dike. Di vê çarçoveyê de, Brîtanya sîstema berevaniya asmanî ya pêşketî, radar û firokeyên şer ên nû dişîne navçeyê.
Waller destnîşan kir, baldariya sereke ya Brîtanyayê li ser vekirîmayîna Tengava Hurmizê û misogerkirina azadiya deryavaniyê ye. Herwiha got, Brîtanya dê pisporên taybet bişîne navçeyê, da ku alîkariya welatên Ereb di rûbirûbûna dronên Îranê de bikin.
Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Wezîrê Berevaniyê John Healey piştrast kirin, wan dest bi şandina alavên serbazî kiriye. Li gorî daxuyaniyê:
- Ji bo Kuweytê sîstema dijî-dron hat şandin.
- Ji bo Behreynê sîstema berevaniya asmanî ya "mewda-kurt" hat şandin.
- Herwiha dema mayîna firokeyên şer ên Brîtanî li bingehên serbazî yên Qeter û Qibrisê hat dirêjkirin.
Ji ber metirsiya girtina Tengava Hurmizê û gefên li ser keştiyên petrolê, London plan dike ku "sîstemên zîrek" ji bo paqijkirina mînan û keştiyên şer ên hêza deryayî li navçeyê bicih bike. Ev pêngav wekî hewleke ji bo rêgirtina li ziyanên aborî yên cîhanî tê nirxandin.