Serok Barzanî bi boneya Cejna Akîtoyê peyameke pîrozbahiyê weşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî hatina cejnên Akîtoyê li xwişk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê pîroz dike.
Serok Barzanî îro 1ê Nîsanê di peyamekê de ragihand: "Bi boneya hatina cejnên Akîtoyê, pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Kurdistan, Îraq û seranserê cîhanê dikim û hêviya xweşî û bextewariyê ji wan re dixwazim."
Serok Barzanî herwiha got: "Di vê boneyê de, hêvî dikim ku şer û alozî ji navçeya me dûr bin û aştî, xêr û xweşî li seranserê cîhanê serdest bibe."