Erdogan: Em li beranberî xetera berfirehbûna cengê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hişyarî li ser xetera berfirehbûna cengê di deverê de da û ragihand ku, welatê wî her bizavekê dike ji bo ku ji agirê wan hevrikiyan dûr be.
Di demekê de ku cenga Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re derbazî meha duyê bûye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de li Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Em li beranberî xetereke rastîn a dirêjbûn û berfirehbûna cengê ne."
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez li ser wê yekê jî kir ku, niha serpişka karên hikûmeta wî ew e ku Tirkiye bi kêmtirîn zirar ji vê qonaxê derbaz bibe. Herwesa got, "Em li ser wê yekê cidî ne ku, welatê xwe ji agirê wê cenga ku di deverê de hatiye hilkirin dûr bixin."
Erdogan amaje da wê yekê jî ku, Enqereyê bizavên xwe yên dîplomasî ji bo rêgirtina li zêdetir berfirehbûna aloziyan di Rojhilata Navîn de zêde kirine. Herwesa got, "Em ligel Îran, Amerîka û welatên din ên deverê di peywendiyeke berdewam de ne, ji bo rêgirtina li guherîna van aloziyan ji bo rûbirûbûneke leşkerî ya tevgir."
Erdogan di dawiya axaftinên xwe de jî geşbîniya xwe nîşan da ku, hîna derfet ji bo vejandina rêya dîplomasiyê û vegera ser maseya danûstandinan maye, ji bo ku dever ji karesateke mezintir bê parastin.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.