YPJ: Me li Şamê li ser rol û giringiya jinan di 'Artêşa Nû' de gotûbêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand, şandeyeke wan a pilebilind li paytext Şamê bi Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re civiyaye. Di civînê de mijara tevlîkirina YPJ'ê di nava sazûmana leşkerî ya dewletê de hat gotubêjkirin.
Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê derbarê hevdîtina ku roja 1’ê Nîsana 2026’an pêk hat de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, ev civîn li ser daxwaza fermî ya YPJ'ê û di çarçoveya bicihanîna "Peymana 29’ê Çileyê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de hatiye lidarxistin.
Di civînê de mijara sereke, rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ'ê di nava Wezareta Berevaniyê û avahiya artêşa Sûriyeyê de bû. Her du aliyan li ser mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî vê pêvajoyê nîqaşên kûr kirin. Her wiha bal hat kişandin ser rol û giringiya cihê jinan di "Artêşa Nû ya Sûriyeyê" de.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra bi rengekî erênî nêzî mijara beşdariya YPJ'ê ya ji bo artêşê bûye. Wezîr diyar kiriye ku ew amade ne diyalogê li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de misoger bikin, berdewam bikin.
YPJ’ê destnîşan kir, ev hevdîtin piştî toreke hevdîtinên navneteweyî û herêmî pêk hatiye. Di dawiya civînê de, şandeya YPJ'ê wekî daxwazeke mirovî, daxwaz ji hikûmetê kir ku şervanên wan ên êsîr werin azadkirin.