Lindsey Graham: Deriyê dîplomasiyê ber bi girtinê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê pilebilind ê Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke dawî da Tehranê û ragihand, Serok Donald Trump ji bo vegerandina azadiya deryavaniyê li Tengava Hurmizê biryara yêklaker daye, heta heke ev yek bi rêya bikaranîna hêza herî tund a serbazî be jî.
Lindsey Graham îro 5ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump di biryara xwe ya derbarê Tengava Hurmizê de pir cidî ye û dê ti dudiliyekê nîşan nede.
Senator Graham aşkere kir, Îran niha tenê di navbera du rêyan de ye: "Yan divê demildest Tengava Hurmizê li ber keştiyan veke, yan jî rûbirûyî bersiveke serbazî ya mezin bibe, ku dê hemû binesazî û saziyên stratejîk ên wê welatî jinav bibe."
Graham, ku wekî kesekî pir nêzîkî navenda biryardanê ya Koşka Spî tê naskirin, destnîşan kir ku hîn hêviyeke kêm heye ku kêşeya Hurmizê û uranyuma pîtandî ya Îranê bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin. Lê belê, wî hişyarî da û got: "Gotina 'deriyê dîplomasiyê ber bi girtinê ve diçe', li hemberî rastiya rewşa niha pir kêm dimîne."
Di dawiya peyama xwe de, Lindsey Graham bang li serkirdayetiya Îranê kir û got: "Bi aqilane biryar bidin û bilez biryar bidin."