Li Stenbolê Platforma Kurdolingo hat nasandin: Serdemeke nû ji bo xwendekaran

Stenbol (K24) – Bi pêşketina teknolojiyê êdî rêyên fêrbûna Kurdî jî gelek hêsan bûye. Lewra di salên dawî de berdewam aplîkeyşin an jî bernameyeke nû ya dijîtalî ava dibin û ji wan ya herî dawî jî Kurdolîngo ye. Ev platform li Stenbolê bi civîneka rojnamevanî hate nasandin.

Platforma fêrbûna zimanê Kurdî, Kurdolîngo bi civîneka rojnamevanî hate nasandin. Kurdolîngo, teknolojiyê û rêyên fêrbûna Kurdî bi naverokên berhemdar û dewlemend gihandiye hevûdu. Ji korsên bideng û vîdyoyî yên Kurdî heta dersên zindî, ji pirtûkên bideng û PDF heta ferhengeke dijîtalî ji 13 zimanan bo sê zaravayên Kurdî û bi gelek naverokên berfirehtir dê xizmeta Kurdîhezan bike.

Dahêner Kurdolîngo’yê Cîhad Îlbaş got: "Li ser Kurdolingo’yê, tu dikarî qursên bi deng bibînî. Yanî tu di metroyê de bî jî, tu dikarî lê guhdarî bikî. Tu li ser komputera xwe bî, tu dikarî lê temaşe bikî. Tu dikarî pirtûkan wekî PDF bixwînî û piştî xwendinê tu dikarî pratîkê bikî. Tu dikarî ferhengê li ser malperê bibînî. Ji ber ku ferheng yek ji pirsgirêkên me yên herî mezin e. Ferhenga me ya online baş naxebitî. Lê niha bi alîkariya hişê çêkirî, min ew jî çêkir bi 15 zimanan, bi 13 zimanan û sê zaravayên kurdî. Ew baş dixebite û mînak jî tê de hene. Hevokên mînak tê de hene ku tu dikarî bibînî ka ew peyv çawa tê bikaranîn."

Kurdolîngo û gelek platformên din ên dijîtal dikarin bibin materyalên alîkar heta rasterast bo fêrbûna Kurdî dibêje mamosteyeka zimanê Kurdî û di wê baweriyê de ye ku, kesên ku nikarin derfet bibînin biçin qûrsekê dikarin sûdeke diyar ji van platforman werbigrin. 

Mamosteya Kurdî Eyşem Jînda dibêje: "Aplikasyonên bi vî rengî zimanê kurdî tîne asta zimanê cîhanî. Dema tu dibînî aplikasyonek wekî ya Îngilîzî heye ya Fransî heye, di heman demê de ji bo zimanê kurdî jî heye, tu pê serbilind dibî, kêfa te tê û ew motîvasyona te ya fêrbûna kurdî zêdetir dibe. Dema xwendekarek dixwaze ziman hîn bibe, sê tişt jê re lazim in: Yek cih e, yek dem e, yek jî aborî ye. Bi van her sê tiştan mirov wext û pereyan xerc dike û zimanekî hîn dibe. Lê di van aplikasyonan de xwendekar bê cih, bê dem û bêyî ku zêde tiştekî aborî bide, dikare zimanê xwe li her derê û bi her awayî hîn bibe."

Kurdolîngo di encama xebateke du salan de amade bûye û niha wekî websayt xizmeta Kurdîhezan dike û tê çaverêkirin di demeke nêzik de li IOS Û ANDROID’ê jî wekî aplikasyon were zêdekirin.