Serokatiya Parlamena Iraqê daxwaza projeqanûna nû ya mûçeyan ji Hikûmeta Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Parlamena Iraqê bi fermanî daxwaz ji hikûmeta federal dike ku projeqanûneke nû ya mûçeyên fermanberan bi lez ji parlamenê re bişîne, bi merema dabînkirina dadperweriyê û kêmkirina cudahiya texan di navbera mûçeyên sektora giştî de.

Serokatiya Parlamena Iraqê daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê kiriye. Di wê nivîsara fermî de, ku îmzeya Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî li ser e, daxwaz tê kirin ku bi lez projeqanûnekê bo parlamenê bişînin ku mûçeyên fermanberên dewletê û sektora giştî tê de hatibin diyarkirina an jî wê qanûna ku niha heye biedilîne, bi rengekî ku pêdivîtiyên tenahiya pîşeyî biparêze û dadperwerî û wekheviyê di navbera tevahiya pêkhateyên civakê de misoger bike.

Di wê nivîsarê de hatiye diyarkirin ku ev projeqanûn bi merema dabînkirina pêdivîtiyên jiyaneke birûmet di çarçoveya wekheviya civakî de ye; daku ew valahiya mezin a ku di navbera mûçe û kirêya fermanberên dewletê de di sektora giştî de heye bê kêmkirin.

Sedemeke din jî, ku di wê nivîsarê de amaje pê hatiye dan, e we ku demeke zêde di ser derbazkirina Qanûna Hejmar 22 ya Sala 2008ê û Biryara Jimare 400 a Sala 2015ê re derbaz bûye, ku girêdayî pilebendiya mûçeyên fermanberan in û tu edilandineke pêdivî jê re nehatiye kirin, ku arêşeya rêjeya enflasyonê û buhabûna jiyara fermanberan bike.