Du hezar keştî li Tengava Hurmizê asê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Wall Street Journal"ê eşkere kir ku, ji ber şerê Amerîka û Îranê, nêzîkî du hezar keştî li Tengava Hurmizê asê bûne; herwiha zêdetir ji 20 hezar keştîvan ji ber kêmkirina pêdivîtiyên xwe rûbirûyî xeterên mezin dibin.

Li gorî amarên Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî, bi hezaran keştîvan di rewşeke dijwar de dijîn ji ber ku nikarin ne ber bi pêş ve biçin û ne jî vegerin; ev jî ji ber aloziyên deverê ye ev ku zêdetir ji mehekê ye berdewam in.

Li gorî datayan, di çend hefteyên borî de kêmtir ji 200 keştiyan kariye di wê tengavê re derbaz bibin, di demekê de ku piraniya keştiyan asê mane û tu amajeyek jî nîne ka dê kengî hatinûçûna deryayî asayî bibe.

Ev qeyran ji bo keştîvanan xerabtir bûye, ji ber ku pêdivîtiyên destpêkî yên mîna xwarin, keskatî û ava şîrîn ber bi xilasbûnê ve diçin; herwiha ji ber bombebaranan tirs heye ku ew keştî bên hingaftin.

Hejmareke deryavanan, bi taybetî yên Çînî, bi rêya vîdyoyan nerehetiyên xwe tomar kirine û diyar bûye ku ji bo xweşûştin û şûştina kincan, ava "air condition"an kom dikin; hinekên din jî berê xwe daye nêçîra masiyan ji bo dabînkirina xwarina xwe ya rojane.