Li nêzîk alîkariya darayî ya Serokwezîr li ser rizgarbûyîyên Êzidî tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Lîjneya serpereştiya darayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku, hemî amadekarî ji bo belavkirina alîkariya darayî li ser rizgarbûyîyên Êzidî bidawî hatine û di vê hefteyê de sê hezar û 590 rizgarbûyî dê ji vê alîkariyê feydeyî werbigirin.
Lîjneya Serpereştiya Darayî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 06ê Nîsana 2026ê) taybet ji malpera "Kurdistan24"ê re got, "Alîkariya darayî ya girêdayî rizgarbûyîyên Êzidî berdewam e û hemî amadekarî hatine bicihanîn û ew alîkarî dê di vê hefteyê de bê belavkirin."
Lîjneya Serpereştiya Darayî amaje bi wê yekê jî kir ku, hemî rizgarbûyî bêyî cudahî dê ji vê alîkariyê feydeyî werbigirin, ku hejmara wan sê hezar û 590 rizgarbûyî ne ji her du zayendan.
Lîjneya navbirî behsa wê yekê jî kir ku, pêvajoya rizgarkirinê berdewam e û nivîsîngeha Serokwezîr ji nêzîk ve û bi hûrgulî çavdêriya kampanya û pêvajoyan dike û bi dîtina her keyseke nû, rasterast piştî lêkolînan, rêkarên kargêrî tên bicihanîn û tên tomarkirin.
Lîjneya Serpereştiya Darayî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, "Hejmareke wan rizgarbûyîyan li kampan in û hejmareke din jî li nav senterê Dihokê û cihên din in, lê serpişka karên me ew e ku jiyaneke xweş ji bo wan rizgarbûyîyan bê dabînkirin."