Trump şertê dirêjkirina derfeta xwe bo Tehranê eşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê tekez kir ku, Waşinton li gorî planên serbazî yên darêtî li dijî Îranê pêngavan diavêje, ji bilî eger Tehran di saetên dawiyê yên derfetê de nermiyeke kiryarkî di danûstandinan de nîşan bide ku hevkêşeya wê derfetê biguhere.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) ji kanala ‘Fox News’ê re ragihand: "Eger danûstandinên di navbera me û Îranê de pêşkeftineke rastîn bibînin û bigihîjin encameke 'berçav', hingê îhtîmal heye ku Waşinton dema derfetê binirxîne û wê biguhere."
Serokê Amerîkayê hişyarî da berpirsên Tehranê û got: "Heke ew derfet bêyî gihîştina bi lihevkirinê bi dawî bibe, hingê em dê êrîşeke serbazî ya wisa bidin destpêkirin ku heta niha yên mîna wê nebûne û Îranîyan yên wekî wê nedîtibin."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Donald Trump tekez kir ku îdareya wî li ser bicihanîna wan planên stratejîk, ên ku ji bo qonaxa piştî bidawîbûna wê derfetê hatine darêtin, berdewam e.
Ev daxuyaniya Trump nîşaneke zelal e ji bo amadeyîya temam a artêşa Amerîkayê ji bo hemî pevçûnên serbazî li deverê.