Koçka Spî: Tenê Trump dizane dê li hember Îranê çi bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî ragihand ku, biryara dawiyê li ser çarenivîsa hevrikiyên ligel Îranê tenê li cem Donald Trump e. Ev jî di demekê de ye ku Amerîka hişyariyeke tund dide û radigihîne ku, her êrîşeke li ser jêrxaneya medenî wek "tawana şer" tê hesibandin.
Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) ji ajansa France Pressê re ragihand: "Desthilatdarên Îranê heta saet 8ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê derfet ye ku biryara xwe bidin û peymanê ligel Waşintonê îmze bikin; herwesa tenê serok agahdarî hûrguliyên rewşê û biryara bê ye."
Ji aliyekî din ve jî Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan Volker Turk di daxuyanîyekê de amaje bi wê yekê kir ku, armanckirina bi merem a welatiyên sivîl û jêrxaneyên medenî, li gorî qanûn navneteweyî wek tawana şer tê dîtin." Tekez jî kir ku, her kesê ji tawanên bi vî rengî berpirsiyar be, divê li dadgehên navneteweyî rûbirûyî cezayê xwe bibe.
Volker Turk, bêyî navê ti welatekî rasterast bîne, nîgeraniya xwe ya zêde li hember wan gefan diyar kir ên ku dibin sedema belavkirina tirs û xofê di nav welatiyên sivîl de û ew wek tiştên "çepel" wesif kirin. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku, pêngavên bilez ji bo kêmkirina asta pêşveçûnan û parastina jiyana xelkê bêguneh li deverê biavêjin.
Ev hişyariyên Amerîkayê di demekê de ne ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora "Truth Social"ê gotibû: "Îşev şaristaniyeke temam dimire û qet venagere; ez vê naxwazim, lê wesa xuya dike ku dê rû bide."
Trump pêştir jî gefa wêrankirina wêstgehên enerjiyê û pirên stratejîk ên Îranê kiribû, heke lihevkirin neyê kirin.
Herwesa ligel vî şerê sar û çend saetan berî bidawîbûna derfetê, artêşa Îsraîlê ragihand ku, wan pêleke êrîşên asmanî li ser gelek "pêgehên jêrxaneyê yên girîng" li seranserê Îranê kiriye.