Amerîka û Îran pêşniyara Pakistanê bo agirbesteke demkî dinirxînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Pakistanê daxwaz ji Donald Trump kir ku, derfeta êrîşkirina ser jêrxaneya Îranê ji bo dema du hefteyan dirêj bike; herwesa daxwaz ji Tehranê jî kir ku wek nîşana niyeta baş ji bo eynî demê Tengava Hurmizê vebike. Waşinton dê di çend saetên bê de bersiva wê pêşniyarê bide. Berpirsekî Îranî jî dibêje: "Em dê wê pêşniyarê binirxînin."
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de destpêşxeriyeke nû ji bo bidawîanîna şerê Îranê ragihand û bi rengekî fermî daxwaz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê kir ku, ji bo dema du hefteyan pêngavên niyeta baş biavêjin da ku derfetê bidin lihevkirineke hertimî.
Serokwezîrê Pakistanê eşkere jî kir ku, bizavên dîplomatîk ji bo dîtina çareseriyeke aştîyane ji bo şer bi awayekî bincih û bihêz ber bi pêş ve diçin û şiyana wê yekê heye ku di paşerojeke nêzîk de encamên rastîn bi dest bixin.
Şehbaz Şerîf di peyama xwe de daxwaz ji Donald Trump kir ku, ew derfeta ji bo êrîşkirina li ser jêrxaneyên enerjiyê û stratejîk û pirên Îranê diyar kiriye ji bo dema du hefteyan dirêj bike. Herwesa daxwaz ji Îranê jî kiriye ku, wek nîşanek ji bo niyeta baş, her ji bo dema du hefteyan Tengava Hurmizê vekin.
Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt jî herwesa ji Axiosê re ragihand ku, pêşniyara Pakistanê gihîştiye Trump û dê di çend saetên bê de bersiva wê bide.
Berpirsekî bilind ê Îranê jî ji ajansa Reutersê re ragihand ku, Tehran bi awayekî erênî daxwaza Pakistanê ji bo ragihandina agirbesteke duhefteyî dinirxîne.
Serokwezîrê Pakistanê tekez jî kir ku, divê hemî alî di dema wan 14 rojan de pabendî agirbesteke giştgir bin, da ku dîplomasî bikare erka xwe ji bo gihîştina bidawîanîneke yekalîker bi şer bi cih bîne.
Şehbaz Şerîf amaje bi wê yekê jî kir ku, ev bizavên Pakistanê ji bo berjewendiya aştiya demdirêj û aramiya deverê ne.
Ev pêşengiya Pakistanê di demekê de ye ku, tenê çend saetên kêm ji bo bidawîbûna derfeta Trump mane û cîhan bi tirs ve li benda biryara yekalîker a her du qutbên şer e.