Trump: Li ser daxwaza Pakîstanê, min êrişên li ser Îranê ji bo du hefteyan rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wî biryara rawestandina êrişên "wêranker" ên li ser Îranê ji bo du hefteyan daye. Ev biryar piştî navbeynkariya Pakîstanê û wergirtina pêşniyareke 10 xalî ji Tehranê hat girtin.

Donald Trump îro 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" ragihand, bi daxwaza Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakîstanê Asîm Munîr, wî êrişên leşkerî yên ku biryar bû "şeva borî" bihatana destpêkirin, paş xistine.

"Agirbest bi merc e: Divê Hurmiz were vekirin"

Trump tekez kir, ev agirbesta du hefteyan "bêmerc nîne" û divê wekî agirbesteke du-alî were meşandin. Şertê sereke yê Amerîkayê ew e ku divê Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî "demildest, temam û ewle" Tengava Hurmizê ji bo trafîka deryayî vebike.

Pêşniyara 10 xalî ya Îranê û nêzîkbûna aştiyê

Serokê Amerîkayê aşkere kir, pêşniyarek ji 10 xalan pêkhatî ji Tehranê gihiştiye destê wan û ew bawer dikin ku ev pêşniyar "bingeheke kar" e ji bo danûstandinan. Trump got: "Piraniya wan xalên ku di rabirdûyê de kêşe bûn, niha di navbera Amerîka û Îranê de li ser hatine lihevkirin. Ev du hefte dê derfetê bide ku rêkeftin bidawî bibe û bikeve warê cîbicîkirinê."

"Me armancên xwe yên leşkerî pêkanîn"

Têkildarî operasyonên leşkerî, Trump diyar kir, Amerîkayê berê hemû armancên xwe yên leşkerî li Îranê pêk anîne û niha ji "aştiyeke mayînde û yelakarker" pir nêzîk in. Herwiha destnîşan kir jî, ev ne tenê ji bo Amerîkayê, lê ji bo aştiya giştî ya Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye.

Trump di dawiya peyama xwe de anî ziman ku wekî Serokê Amerîkayê û "nûnerê welatên Rojhilata Navîn", ji bo wî cihê şanaziyê ye ku vê krîza dirêj ber bi çareseriyeke aştiyane ve dibe.