Trump: Agirbest serkeftineke %100 a Amerîkayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, agirbesta nû ya bi Îranê re wekî "serkeftineke %100 a Amerîkayê" pênase kir û ragihand, Tehran bi temamî neçarî paşvekişandinê hatiye kirin.
Donald Trump îro 8ê Nîsanê ji ajansa "France-Presse" (AFP) re ragihand, welatê wî di şerê Îranê de serkeftineke bêmerc û temam bidest xistiye. Trump got: "Ev serkeftineke temam û giştgîr e. Em %100 serkeftî ne û di vê de tu guman tune ne."
Kêşeya uranyumê hat çareserkirin
Trump destnîşan kir, armanca wan a sereke rawestandina bernameya atomî ya Îranê bû û di çarçoveya vê rêkeftinê de ev pirs hatiye çareserkirin. Serokê Amerîkayê diyar kir, eger garantiyên pêwîst wernegirtana, wî ti carî operasyonên leşkerî ranedigirtin û wiha domand: "Pirsa uranyumê bi şêweyekî herî baş û bêkêmasî tê çareserkirin."
Rola Çînê di danûstandinan de
Serokê Amerîkayê herwiha aşkere kir, welatê Çînê di razîkirina Tehranê de roleke giring lîstiye, da ku Îran li ser maseya danûstandinan rûne û agirbestê qebûl bike.
Li gorî nêrîna Washingtonê, operasyona "Hêrsa Destanî" karî bibe sedem ku taran ji hemû daxwazên xwe paşve gav baveje û îradeya Amerîkayê qebûl bike.