Welatên cîhanê pêşwazî li rawestandina şer dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 40 rojên şerekî giran û wêranker, agirbesteke 14 rojî di navbera Amerîka û Îranê de ket warê cibicîkirinê. Ev pêngava ku wekî "derfeta dawî ya aştiyê" tê dîtin, di asta navdewletî de bi hêviyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Îro Çarşemê, 8ê Nîsana 2026an, saet 03:00an agirbesta di Navbera Amerîka û Îranê de bi fermî dest pê kir. Li gorî rêkeftinê, roja Înê dê bi navbeynkariya Pakîstanê, li Îslamabadê danûstandinên rasterast di navbera Washington û Tehranê de dest pê bikin, da ku rêkeftineke aştiyê ya mayînde were îmzekirin.
Pêşwaziya Navdewletî û Bangên Aştiyê
Neteweyên Yekgirtî:
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres daxwaz ji aliyan kir ku pabendî yasayên navdewletî bin û tekez kir ku ev agirbest ji bo parastina canê sivîlan giring e.
Almanya:
Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz ragihand, ew ê her cure tedbîran bigirin, da ku azadiya çûnûhatina deryayî li Tengava Hurmizê were mîsogerkirin.
Brîtanya:
Serokwezîrê Brîtanyyê Keir Starmer piştî pêşwazîkirina agirbestê ragihand, ew ê serdana welatên Kendavê bike, da ku danûstandinan ji bo vekirina mayînde ya Tengava Hurmizê bike.
Japon:
Tokyo ev pêngav wekî "gaveke erênî" nirxand. Hat ragihandin ku Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi hewl dide bi bi rêya telefonê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re biaxive.
Misir û Oman:
Her du welatan spasiya Pakîstanê kirin û agirbest wekî "derfeteke zêrîn" ji bo dîplomasiyê pênase kirin.
Bandora Agirbestê li ser Aboriya Cîhanê
Şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, bû sedema girtina Tengava Hurmizê ji bo 5 hefteyan. Bi ragihandina agirbestê re, borsa yên cîhanê dîsa geş bûn û bihayê petrolê bi awayekî berbiçav daket.
Şert û Mercên Aliyan
Donald Trump (Amerîka):
Trump ev agirbest wekî "serkeftineke %100" binav kir. Şertê sereke yê Washingtonê ew e ku Tengava Hurmizê "yekser û bi awayekî ewle" ji bo keştiyên cîhanê were vekirin. Trump diyar kir ku Amerîkayê hemû armancên xwe yên leşkerî pêk anîne.
Îran (Encûmena Bilind a Ewlehiyê):
Tehran vê qonaxê wekî "şikestina plana Amerîka û Îsraîlê" dibîne. Îran îdîa dike ku Amerîkayê pêşniyara wan a 10 xalî qebûl kiriye, ku tê de ev xal hene:
- Rakirina dorpêçên aborî û kêmkirina hêzên Amerîkî li navçeyê.
- Nasîna mafê pîtandina uranyumê.
- Qerebûkirina ziyanên şer.
Îsraîl (Netanyahu û Opozîsyon):
Nivîsgeha Benjamin Netanyahu agirbest pejirand, lê xaleke krîtîk eşkere kir: Agirbest eniya Libnanê li xwe nagire. Herwiha ragihand, ew ê şerê li dijî Hizbulahê berdewam bikin heta ku şiyanên wan ên mûşekî jinav bibin.
Li aliyê din, Serokê Opozîsyonê Yair Lapid rexneyên tund li Netanyahu girtin û ew bi "Îsraîl rûbirûyî bi karesateke siyasî kiriye" tawanbar kir.
Tê çaverêkirin ku danûstandinên roja Înê yên li Îslamabadê, çarenivîsa aştiya li Rojhilata Navîn diyar bikin.