Trump hûrgiliyên rêkeftina Amerîka û Îranê aşkere dike: 'Em ê bi hev re kar dikin'

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, piştî "guherînek berbiçav" di rejîma Îranê de, Washington û Tehran dê bi hev re kar ji bo rakirina paşmayên atomî û hilweşandina dorpêçên aborî bikin.

Donald Trump îro 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û diyar kir, di rejîma Îranê de "guherînek pir berhemdar" pêk hatiye û ji niha û pê de Washington û Tehran dê ji nêz ve bi hev re kar bikin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir, êdî li Îranê pîtandina uranyumê nayê kirin. Trump eşkere kir ku Amerîka dê ligel Îranê kar bike, da ku hemû paşmayên atomî yên ku di encama êrişên Firokeyên B-2 de, di kûrahiya erdê de mane, werin derxistin û rakirin.

Her wiha Trump got, Hêzên Asmanî yên Amerîkayê bi rêya satelayan çavdêriya wan deveran dikin û ji roja êrişê ve ti destwerdan li wan cihan nehatiye kirin.

Derbarê peywendiyên aborî de, Trump ragihand ku ew ê ligel Îranê li ser rakirina gumrik û dorpêçên aborî danûstandinan bikin. Serokê Amerîkayê diyar kir, peymana di navbera her du welatan de, ji 15 xalan pêk tê û wan berê li ser piraniya van xalan lihev kiriye.