Tevî agirbestê jî Amerîka şandina hêzên ‘Marines’ bo Rojhilata Navîn berdewam dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihand ku Amerîka şandina bi hezaran serbazên deryayî (Marines) bo Rojhilata Navîn berdewam dike, her çend di navbera Washington û Tehranê de agirbesteke 14 rojî hatibe ragihandin jî.
Ajansa Reutersê roja 8ê Nîsanê, li ser zarê çend berpirsên Amerîkî diyar kir, niha zêdetirî 50 hezar serbazên Amerîkî li Rojhilata Navîn hene û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî zanyariyan, bi hezaran serbazên hêzên "Marines" ji bajarê San Diegoyê ber bi navçeyê ve tên veguhastin.
Rojnameya "Politico" jî piştrast kir, zêdetirî 2 hezar serbazên "Marines" baregeha xwe ya li San Diegoyê bi mebesta çûyîna Rojhilata Navîn bi cih hiştine.
Hinpisporên leşkerî li ser van liv û tevgeran nêrîna xwe parve dikin û dibêjin, dibe ku ev amadekariyek ji bo "desteserkirina Girava Xargê" ya Îranê br. Girava Xargê navendeke stratejîk a deryayî ye û jêrxana herî sereke ya nefta Îranê li Kendavê ye.
Ev amadekariyên leşkerî di demekê de ne, Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva Sêşemê agirbesteke du hefteyan a bi Îranê re ragihandibû. Piştî vê biryarê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî jî ragihand, wan Tengava Hurmizê dubare vekiriye.