Trump: Hêzên me heta pêkanîna peymaneke rastîn dê li navçeyê amadebaşiyê de bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peyamekê de gef li Îranê xwar û got, heta "peymana rastîn" neyê cih, hêzên wan dê li navçeyê bimînin.

Donald Trump di peyama xwe de bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê ya li derdora Îranê û got: "Hemû keştiyên şer, firoke û leşkerên Amerîkayê, li gel teqemenî, çek û hemû pêdiviyên din ên ji bo jinavbirin û têkbirina dijminekî lawazbûyî, li navxwe û derdora Îranê dimînin."

Trump diyar kir, ev hêzên Amerîkî dê li navçeyê peywirdar bin heta ku "peymana rastîn" bi temamî tê weşandin û pêkanîn. Trump got: "Heke bi her sedemekê be ev peyman neyê cih, wê demê 'şer' bi şêweyekî gelekî mezintir û bihêztir dê dest pê bike."

Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de daxwazên Washingtonê dubare kirin û destnîşan kir, divê Îran bi ti awayî nebe xwediyê çekên atomî. Herwiha Trump anî ziman ku divê "Tengava Hurmizê" ji bo trafîka navdewletî her gav vekirî û parastî bimîne.

Donald Trump peyama xwe bi pesnê artêşa Amerîkayê bi dawî kir û got: "Artêşa me ya mezin xwe dubare biçek dike û bihn vedide û bi daxwazeke mezin li benda serkeftina xwe ya bê ye. Amerîka vegeriya."