Îranê çûna şanda xwe ya danûstandinan bo Pakistanê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê red kir ku tu şandeke wê ji bo danûstandinên ligel Amerîkayê çûbe Pakistanê, tekez jî kir ku destpêkirina danûstandinan girêdayî rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê ye. Wezîrê Derve yê Pakistanê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, wan amadekariyên xwe ji bo danûstandinan kirine û pêşwaziya şandên welatan dikin.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan ku nêzîkî artêşa Pasdaran e, îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) ji zarê çavkaniyeke haydar belav kir ku, tu şandeke danûstandinan a Komara Îslamî ya Îranê ji bo danûstandinên ligel aliyê Amerîkayî neçûye Îslamabada paytexta Pakistanê.
Li gorî gotina wê çavkaniyê, heta ku Amerîka pabendî sozên xwe nebe û agirbest li Libnanê neyê bicihanîn, herwiha Îsraîl li ser êrîşên xwe berdewam be, ew bi tu awayekî danûstandinan nakin.
Herwesa li ser amadekariyên Pakistanê ji bo mêvandariya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de, Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar got: "Em ji bo danûstandinên 2026ê li Îslamabadê pêşwaziya şandên welatan dikin."
Îshaq Dar herwesa daxwaz ji hêlên asmanî jî kiriye ku, bêyî vîze rê bidin rojnamevan û şandên welatan ku geştê bikin û ligel gihîştina wan ji bo Balafirxaneya Îslamabadê vîze dê bi wan bên dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha duhî (Çarşem, 8ê Nîsana 2026ê) şerê 39 rojî yê ligel Îranê bi dawî anî û ji bo dema du hefteyan agirbest ragihand.
Di çarçoveya wê agirbestê de, Waşinton û Tehran bi şertên hevdu razî bûn û herwesa biryar e ku Şemiya bê, 11ê Nîsana 2026ê, danûstandinên di navbera wan de li Îslamabada paytexta Pakistanê bên kirin.