Washington Post: Amerîka daxwaza azadkirina girtiyên xwe ji Tehranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Washington Post"ê ya Amerîkayî belav kir ku, Amerîka di çarçoveya danûstandinên bidawîanîna şer de daxwaz ji Îranê dike ku ew welatiyên Amerîkayî yên ku li cem Tehranê girtî ne bên azadkirin.
Rojnameya "Washington Post"ê ya Amerîkayî îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) belav kir ku, biryar e sibe Şemiyê, li Îslamabada paytexta Pakistanê, danûstandinên rasterast di navbera Amerîka û Îranê de bên destpêkirin, bi armanca bidestxistina lihevkirineke agirbestê ya herdemî.
Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance îro Înê ji bo serokatiya şanda welatê xwe di vê gera yekalîker a danûstandinan de ji Waşintonê ber bi Îslamabadê ve bi rê ket.
Vance di vî warî de ragihand ku, Donald Trump rênimayên gelek zelal û diyarkirî li ser wê bernameya ku divê li Îslamabadê bişopînin dane wan.
Ev liv û tevgerên dîplomatîk piştî wê yekê tên ku, Pakistan di çespandina agirbesteke demkî ji bo dema du hefteyan di navbera Waşinton û Tehranê de serkeftî bû, ku li serê sibêha Çarşema borî hatibû ragihandin.
Ev agirbest jî wekî destpêkekê ji bo bidawîanîna wî şerê ku ji 28ê Sibata borî ve ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin tê dîtin.