Trump: Em dê keştiyên xwe yên şer tije bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand ku, hêzên wan ên deryayî mijûlî barkirina teqemenî û çekên herî pêşkeftî ji bo nav keştiyên şer in, da ku di îhtîmala şikestina danûstandinên Pakistanê de, êrîşên wêranker bibin ser Îranê. Trump tekez kir ku, di 24 saetên bê de rastiya bingeha danûstandinan û niyeta baş a Îraniyan dê derkeve holê.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) di hevpeyvîneke telefonî de ligel "New York Post"ê hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand ku, hêzên deryayî yên welatê wî mijûlî barkirina baştirîn û pêşkeftîtirîn teqemenî û çek ji bo nav keştiyên şer in, da ku di îhtîmala şikestina danûstandinên li Pakistanê de, tavilê êrîşên xwe yên wêranker li ser Îranê bidin destpêkirin.
Trump li ser îhtîmala serkeftina danûstandinan jî got: "Rastî dê di 24 saetên bê de ji bo me derkevin holê û em dê di demeke nêzîk de bizanin ka dê çi biqewime."
Serokê Amerîkayê tekezî li ser amadebaşiya serbazî ya welatê xwe kir û ragihand: "Em mijûlî xweamadekirinê ne. Em dê keştiyên xwe bi baştirîn teqemenî û baştirîn çekên ku heta niha hatine çêkirin tije bikin; hîn baştir û pêşkeftîtir ji wan çekên ku me berê bi kar anîn û me ew pê wêran kirin."
Donald Trump herwesa got: "Eger em negihîjin lihevkirinê, em dê wan çekan bi kar bînin û em dê wan bi awayekî pir bibandor ji bo wêrankariyeke tam bi kar bînin."
Navbirî ron jî kir: "Tu serederiyê li gel hin kesan dikî ku tu nizanî rast dibêjin an na. Li beramberî me û rû bi rû dibêjin em dê hemî çekên atomî rakin û her tişt bidawî bûye, lê paşê diçin cem medyayê û dibêjin: Na, em dixwazin uranyumê zengîn bikin. Ji ber wê em dê wan biceribînin."
Ev daxuyaniyên Trump tenê çend kêliyan piştî birêketina Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ber bi Îslamabada paytexta Pakistanê ve tên. Vance li wê derê ligel Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Şêwirmendê Bilind Jared Kushner tîma Amerîkayê ji bo yekalîkirina danûstandinan pêk tînin, piştî ku her du aliyan li roja Çarşemê li ser agirbesteke duhefteyî li hev kiribû.