Serokwezîrê Pakistanê: Waşinton û Tehran bo lihevkirinê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Pakistanê eşkere kir ku, Amerîka û Îranê amadebûna xwe ya tam ji bo gihîştina bi lihevkirina dawiyê nîşan daye; herwesa ev qonax wekî qonaxeke çarenivîssaz ji bo paşeroja ewlehiya deverê wesif kir.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê amadebûna xwe ya tam ji bo gihîştina bi lihevkirina dawiyê nîşan daye.

Şehbaz Şerîf eşkere jî kir ku, şandên fermî yên her du welatan dê sibe Şemiyê li bajarê Îslamabadê dest bi danûstandinên rasterast ji bo guhertina agirbesta demkî ji bo aştiyeke berdewam bikin.

Navbirî di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku welatê wî dê hemî şiyanên xwe ji bo biserxistina vê pêvajoyê bi kar bîne û got: "Her du aliyên wê hevrikiyê gihîştine wê baweriyê ku, arêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin."

Serokwezîrê Pakistanê ev qonaxa niha ya danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê de wekî qonaxeke çarenivîssaz wesif kir û amaje bi wê yekê kir ku, serkeftina van danûstandinan dê paşeroja ewlehiya deverê diyar bike.

Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance îro Înê ji bo serokatiya şanda welatê xwe di vê gera yekalîker a danûstandinan de ji Waşintonê ber bi Îslamabadê ve bi rê ket.

Vance di vî warî de ragihand ku, Donald Trump rênimayên gelek zelal û diyarkirî li ser wê bernameya ku divê li Îslamabadê bişopînin dane wan.

Ev liv û tevgerên dîplomatîk piştî wê yekê tên ku, Pakistan di çespandina agirbesteke demkî ji bo dema du hefteyan di navbera Waşinton û Tehranê de serkeftî bû, ku li serê sibêha Çarşema borî hatibû ragihandin.

Ev agirbest jî wekî destpêkekê ji bo bidawîanîna wî şerê ku ji 28ê Sibata borî ve ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin tê dîtin.