Serokwezîrê Pakistanê bi şandeya Amerîkayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf li Îslamabadê pêşwazî li şandeya bilind a danûstandinkar a Amerîkayê kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf îro 11ê Nîsanê ragihand, Serokwezîr li Îslamabadê bi şandeya bilind a danûstandinkar a Amerîkayê re civiyek pêk aniye.
Ev hevdîtina bi şandeya Amerîkî re, piştî civîna Serokwezîr Şahbaz Şerîf a li gel şandeya bilind a danûstandinkar a Îranê hat kirin. Pakistan di vê qonaxê de wekî welatê navbeynkar, roleke sereke lîstiye daku her du aliyan li ser maseya danûstandinan bîne cem hev.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîr, Şahbaz Şerîf pesnê pabendbûna her du şandeyên Îran û Amerîkayê daye ku bi şêweyekî "avaker û erênî" beşdarî danûstandinan bûne. Şerîf hêviya xwe anî ziman ku ev diyalog û hevdîtin, bibin pêngaveke girîng ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û misogerkirina aramiya li herêmê.
Kî di şandeyan de cih digirin?
Danûstandinên li Îslamabadê di asteke herî bilind de birêve diçin:
- Şandeya Amerîkayê: Di bin serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance de ye û Nûnerê Taybet Steve Witkoff û şêwirmendê berê Jared Kushner tê de cih digirin.
- Şandeya Îranê: Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf serokatiya wê dike û Wezîrê Derve Abbas Araqçî, Sekreterê Encûmena Asayişa Neteweyî Elî Ekber Ehmedîyan û Parêzgarê Banka Navendî Ebdulnasir Himmetî beşdar in.
Tê çaverêkirin ku piştî van hevdîtinên li gel Serokwezîrê Pakistanê, danûstandinên rasterast di navbera her du şandeyên Amerîka û Îranê de dest pê bikin.