Trump: Dê zû zelal bibe ku Îran peymanê dixwaze yan na

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkere kir, danûstandinên bi Tehranê re li Pakistanê dest pê kirine û di demeke nêz de dê Tengava Hurmizê ji bo trafîka deryayî were vekirin.

Serokê Dewletên Amerîkayê Donald Trump îro 11ê Nîsanê di hevpeyvînekê de li gel kanala "News Nation" ragihand, proseya danûstandinên fermî yên di navbera Washington û Tehranê de li bajarê Îslamabadê, paytextê Pakistanê, dest pê kiriye.

Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya van hevdîtinan û got: "Zanîna wê yekê ka şandeya Îranê bi niyeteke baş tevdigere yan na, hewceyî bi demeke dirêj nîne; ev yek dê di demekê kurt de zelal bibe."

Derbarê krîza deryayî ya li navçeyê de, Trump destnîşan kir: "Tengava Hurmizê dê di paşerojeke nêz de were vekirin. Xelk niha êdî fêm dikin ku ji bo derbasbûnê rêyên din ên alternatîf jî hene û tenê ne mecbûrî wê tengavê ne."

Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir, peyama wî ya dawî ya li ser torên civakî derbarê çûna keştiyên petrolê ber bi Amerîkayê ve, ti têkiliya wê bi rewşa Tengava Hurmizê re nîne û babeteke cuda ye.

Krîza Tengava Hurmizê di dema dawî de bûbû yek ji mezintirîn astengên li pêşiya aboriya cîhanê. Piştî 6 hefteyên şer û pevçûnên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de, çûnûhatina deryayî li vê navçeya stratejîk bi awayekî berçav kêm bûbû û bazara enerjiyê rastî nezelaliyekê hatibû.

Niha bi navbeynkariya welatên navçeyê û bi mêvandariya Pakistanê, her du welatan şandeyên xwe yên astbilind şandine Îslamabadê, daku bigihîjin rêkeftineke aştiyane û dawî li girjiyên leşkerî bînin.