Medyaya Îranê: Qonaxa yekem a danûstandinan bidawî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa yekem a danûstandinên dîplomatîk ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Pakistanê bidawî bû. Hat ragihandin, her du aliyan li ser mijarên sereke nivîsarên fermî bi hev guhertin.
Ajansa Fars a Îranê ragihand, şandeyên Amerîka û Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê, di dawiya qonaxa yekem a gotûbêjan de, çend tekstên nivîskî pêşkêşî hev kirine. Di van nivîsaran de, hêlên giştî yên wan mijarên ku cihê nakokiyê ne, hatine diyarkirin. Ev gav wekî nîşana derbasbûna ber bi qonaxeke cidî û fermî ya belgekirî tê dîtin.
Li gorî zanyariyên ku jêderekî Pakistanî ji kanala CNN re ragihandine, danûstandin pir bi germî û çirî birêve diçin. Pakistan di vê proseyê de wekî navbeynkareke sereke roleke girîng dilîze. Hat zanîn ku Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê General Asim Munîr, bi xwe di hundirê jûreya danûstandinan de amade ne û rasterast serpereştiya proseyê dikin.
Heman jêderî diyar kir ku tê çaverêkirin gotûbêj heta derengiya şevê berdewam bikin û şansekî mezin heye ku ji ber giringiya mijaran, heta roja yekşemê jî bên dirêjkirin.
Herwiha medya fermî ya Îranê ji ser zarê jêderekî ji tîma danûstandinkar ragihand, niha tîmên pispor û teknîkî yên her du aliyan mijûlî bi hev guhertina reşnivîsan in. Ajansa Fars jî destnîşan kir, ev yek nîşan dide ku peywendî ji qonaxa "axaftinên devkî" derbasî qonaxa "belgekirina li ser rûpelan" bûne.
Ev pêşhat di demekê de ne ku berê gotûbêj li ser mijarên giştî bûn, lê niha her du alî derbasî hûrgiliyên teknîkî bûne. Tê çaverêkirin ku piştî pevguhertina nivîsaran, qonaxeke din a danûstandinên rasterast di navbera şandeyên asta bilind de pêk bê, da ku xalên lihevkirinê zelaltir bibin.