Donald Trump dorpêça deryayî dixe ser Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa bikaranîna zexteke tund li dijî Îranê dike û ragihand; di haleta redkirina pêşniyarên Waşintonê ji aliyê Tehranê ve, ew dê penayê ji bo dorpêçeke deryayî ya giştgir bibe.

Trump bi rêya hesabê xwe yê taybet ê medyaya "Truth Social" amaje bi wê yekê kir ku, dorpêça deryayî ew "karta serkeftinê" ye ku di destê wî de ye ji bo serederîkirina ligel Îranê, eger neyê bin barê şertên Amerîkayê. Trump vîdyoya bernameyeke televizyonî belav kiriye ku tê de behsa bandorên vî awayê dorpêçê wekî alaveke yekalîker tê kirin.

Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên ku gera dawiyê ya danûstandinên ligel aliyê Îranî li Îslamabadê bêyî gihîştina bi tu lihevkirinekê bi dawî hatin. Di vî warî de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ragihand: "Waşinton ji xetên xwe yên sor paşve nakişe û niha top di qada Îranê de ye."

Ew bernameya televizyonî ya ku Trump piştrast kiriye amaje bi wê yekê dide ku, Trump pêştir jî stratejiyeke wekhev li dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro bi kar aniye, ku tê de bi rêya dorpêça deryayî aboriya wî welatî îflîj kir û dahata petrolê jê birrî.

Li gorî şiroveya wê bernameyê, eger Îran lihevkirina dawiyê red bike, dibe ku Trump penaya xwe bibe ber bijardeya leşkerî û bombebarankirina Tehranê, an stratejiya dorpêça deryayî bi kar bîne ji bo xeniqandina aboriya Îranê û birîna hinardeya petrolê ji bo welatên wekî Çîn û Hindistanê; ev yek jî zexteke dîplomatîk a mezin li ser wan welatan çê dike.

Keştiya balafirhilgir a mezin "USS Gerald Ford", ku pêştir serpereştiya dorpêça Venezuelayê kiribû, gihîşt avên navçeya Kendavê û tevlî keştiya "USS Abraham Lincoln" û hêzên din ên deryayî yên Amerîkayê bû. Şareza li wê bawerê ne ku, ev liv û tevger nîşaneyên wê yekê ne ku Trump dixwaze bi dorpêçeke deryayî kontrola Îranê li ser "Tengava Hurmizê" têk bibe û Tehranê neçarî paşvekişandinê bike.