London.. Hunermendeke Kurd tevlî konserteke muzîkê ya cîhanî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Xanima muzîkjen a Kurd Xebat Ebas tevlî konserteke cîhanî bi navê "Asmanekî Din" li “Café Oto”ya Londonê dibe.
Xanima muzîkjen a Kurd Xebat Ebas îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) li ser tevlîbûna xwe ya di wê konserta cîhanî de ji Kurdistan24ê re got: "Bi kêfxweşiyeke mezin, ez wek yek ji hunermendên projeya Mîvandariya Hunermendên Asmanekî Din pişkdar im, ku ji bo min derfeteke taybet û girîng e. Herwesa ev proje ku bi merema piştgirî û pêşxistina hunera nû hatiye rêkxistin, hejmareke hunermendên navdar û behredar vedigire."
Xebat Ebas herwesa got: "Di dema vê xula hunerî de, min nêzîkbûneke temam ligel hunermendê Kurd Herdî Kurde kiriye, ku wek yek ji muzîkjenên ezmûnî û hevçerx tê naskirin. Herwesa ev hevkarî jî rêyeke girîng bû ji bo guhertina bîrokekeyan û çêkirina karekî nû yê hevpar."
Ew xanima muzîkjen Amajeyê dide wê parçemuzîkê ya ku dê di wê konsertê de pêşkêş bike û dibêje: "Ez bi projeyeke nû tevlî vê konsertê dibim. Min parçeyeke muzîkê amade kiriye ku min bi xwe çê kiriye û di çarçoveya projeya Asmanekî Din de hatiye çêkirin, ez wê bi awayê pêşkêşkirina destpêkî ji bo cara yekê pêşkêş dikim. Herwesa ev kar pareke taybet a vê projeyê ye û hêşta di qonaxa pêşxistin û perwerdekirinê de ye."
Xebat Ebas amaje jî da: "Ew konserta cîhanî dê bibe kombûneke taybet ji bo hezkiriyên muzîkê û hunera nû, û herwesa dê bibe derfetek ji bo dîtina qonaxeke nû di pêşkeftina karên min de, ku ez berdewam bizavê dikim nûjeniyê di muzîkê de bikim."
Biryar e ku ev konserta cîhanî li roja 19ê Nîsana 2026ê li Londonê, li “Café Oto”yê bi rê ve biçe, ku ew kafê yek ji navendên herî girîng ên muzîkê û hunera ezmûnî ye li bajarê Londonê.
Xanima muzîkjen a Kurd Xebat Ebas ji bajarê Silêmaniyê ye û xweciha welatê Brîtanyayê ye. Heta niha ew tevlî gelek konsertên cîhanî bûye û gelek noteyên muzîkê yên taybet çê kirine.