Li Silêmaniyê Festîvala Kurtefilmên Kurdî dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê, "Festîvala Kurtefilmên Kurdî" li City Cinema ya bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Di festîvalê de 29 kurtefilm ji bo bidestxistina 11 xelatên cuda dikevin pêşbaziyê.
Berdevkê festîvalê Kawan Ezîz îro 7ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, amadekariyên festîvalê bi dawî bûne. Ezîz derbarê pîvanên teknîkî yên fîlmên beşdar de diyar kir, kurtefilmên çîrokî divê herî zêde 29 xulek bin, lê ji bo belgefilman ev dem heta 40 xulekan hatiye diyarkirin.
Li gorî daxuyaniya berdevkê festîvalê, wekî kevneşopiyeke festîvalên cîhanî, xelat di 10 kategoriyên cuda de tên dabeşkirin. Her wiha xelateke "Rûmetê" jî ji bo hunermendekî pêşeng ê vî warî hatiye veqetandin.
Lîjneya dadweriyê ya festîvalê dê serkeftiyên van kategoriyan di roja dawî de aşkere bike. Tenê xelata "Hunermendê Herî Baş" ji aliyê serok û serpereştiyarê festîvalê ve tê diyarkirin û pêşkêşî hunermendekî sînema yê serkeftî tê kirin.
Di festîvalê de 29 kurtefilmên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê cih digirin.
Festîvala Kurtefilmên Kurdî biryar e di 11ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniyê dest pê bike û dê sê rojan berdewam bike.