Encûmena Êzîdiyan a Sûriyeyê di Sersalê de banga yekrêziya Kurdan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Êzîdiyan a Sûriyeyê bi boneya Sersala Êzîdiyan peyamek weşand. Encûmenê di peyama xwe de banga yekrêziya Kurdan kir û ji ber rewşa şer daxwaz ji Êzîdiyan kir ku pîrozbahiyên xwe li malan pêk bînin.
Encûmena Êzîdiyan a Sûriyeyê bi boneya Sersala Êzîdiyan ku îsal dikeve îro 15ê Nîsanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzîdiyan û hemû gelê Sûriyeyê kir.
Encûmenê bal kişand ser rewşa giran a navçeyê û diyar kir, ev cejn di nava şerekî dijwar û koçberiya bi mîlyonan mirovan de tê pêşwazîkirin. Hat gotin, hêviya Encûmenê ew e ku ev sersal bibe sedema xêr, aştî û ronahiyê.
Di beşeke peyamê de, Encûmena Êzîdiyan banga yekrêziyê li hemû aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê kir ku bi ruhê hevkariyê ji bo berjewendiya gelê xwe bixebitin.
Herwiha ji ber şer û metrsiyên ewlehiyê, Encûmenê daxwaz ji Êzîdiyan kir ku îsal ji kombûnên mezin û navendî dûr bikevin; rîtuelên cejnê di nav malên xwe de yan jî di hembêza sirûştê de pîroz bikin.
Encûmena Êzîdiyan di dawiyê de tekez kir, ew ê wekî her car li ser parastina mafên Êzîdiyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û beşdar berdewam bin; dewletek ku azadî, rûmet û dadperweriyê ji bo hemû welatiyan mîsoger bike.