Hêmin Hewramî: Nabe bi sefeqeyên gumanbar mijara Kerkûkê bê yekalîkirin

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di "Odeya Nûçeyan" a Kurdistan24ê de got: "Pirsa ax û xelkî û pirsa nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê mijareke wesa hêsan nîne ku bi sefeqeyan bên yekalîkirin."

Wî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê got: "Pêdivîtiya Kerkûkê bi lihevkirineke hevseng heye, ku bi hevpariya hemî pêkhateyan be. Divê lihevkirin bi awayekî eşkere bê kirin, ne ku bi sefeqeyeke gumanbar mîna ya Hotêla Reşîdê."

Hêmin Hewramî tekez jî kir: “Ew ligel hemî mafên pêkhateyên Kerkûkê ne, lê ji bo me madeyeke giring a destûrî heye, ku ew jî 140 e. Niha em dipirsin ka çarenivîsa wê madeyê di van sefeqeyên gumanbar ên Hotêla Reşîdê de dê çi be?"

Navbirî herwesa got: "Nabe ku çarenivîsa Kerkûkiyan bibe qurbaniya sefeqeyeke gumanbar a Hotêla Reşîdê; tiştê ku îro jî tê kirin berdewamiya wê sefeqeya Hotêla Reşîdê y e." Tekez jî kir ku, xelkê Kerkûkê ne hejî wê yekê ne ku bi vî awayê niha serederî ligel wan bê kirin.

Wî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê eşkere jî kir: "Em wek PDK ligel wê yekê ne ku lihevkirineke eşkere, şefaf û hevseng bi tevlîbûna hemî pêkhateyên Kerkûkê bê kirin, ne ku bibe lîstikeke siyasî ji bo sefeqeyeke gumanbar."

Hêmin Hewramî tekez jî kir: “Em ligel wê yekê ne ku hemî pêkhateyên Kerkûkê di hemî postên Kerkûkê de pişkdar û hevparên sereke bin û çarenivîsa wan jî diyar be.”

Navbirî herwesa ragihand: "Serok Barzanî bû, ku di dema nivîsandina destûrê Iraqê de li sala 2005ê, kesê yekê bû ku karî berevaniyê ji mafên pêkhateyan bike û bike madeyeke destûrî û di nav destûrê Iraqê de biçespîne."

Herwesa got: “Em li Herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dikin ku me bi hevparî ligel pêkhateyan pêkvejiyan kiriye, çi di nav hikûmetê de û çi jî di qanûnên parlemanê de.” Amaje jî da, “Bi piştgiriya PDKê bû ku, posta Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Pêkhateyan bi pêkhateya Tirkmen hatin dan.”

Tekez jî kir: “Ji bo me wekî PDK mafê pêkhateyan stratejî ye, ne taktîk e û nakin qurbanî sefeqeyên gumanbar. Heke PDK li pey postan ba, me jî dikarî ligel yên Hotêla Reşîdê sefeqeyeke bi wî rengî bikira daku me postên gelek mezintir bi dest xistiban, lê wê demê ew post dê li ser bingeha jidestdana gelek postên din ên hestiyar ên Kurdistanê li Kerkûkê ban. Ev ne ji bihayên PDKê û ne jî di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ne, lewma me qebûl nekiriye."

Hewramî bi nîgeranî ve got: "Mixabin ew aliyên ku sefeqeya gumanbar a Hotêla Reşîdê kiriye îro jî berdewamiya wê sefeqeyê dikin. Berevajî hemî daxwazên xelkê Kurdistanê, ew bi çarenivîsa pirsa Kurdan û pirsa Kurdistanîbûna Kerkûkê dilîzin. Mixabin ev dibe helwesta wan a duyê piştî 16ê Cotmehê, ku tu carî dîrok rehmê bi wan nake."

Hewramî li ser posta Serokkomarê Iraqê jî ragihand: "Ji bo PDKê pirsa niştimanî û Kurdistanî giring e. Her çi postên ku li Bexdayê hene bila bibin qurbana wê yekê ku madeya 140ê bê bicihanîn, bibin qurbana wê yekê ku mijara Pêşmergeyan bê çespandin û bibe Qurbana wê yekê ku bikaribe federalîzma Herêma Kurdistanê biparêze."

Wî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa ragihand: "Mixabin aliyên din di nav post û destkeftiyên xwe yên partîtî de li mijaran dinêrin."