Firaksiyona PDKê projeyasaya leşkeriya neçarî red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Iraqê ji fraksiyona PDKê Zîrek Zêbarî ragihand, ew li dijî projeyasaya leşkeriya neçarî ne û tekez kir ku ev yasa li Herêma Kurdistanê nayê sepandin.
Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zîrek Zêbarî îro 18ê Nîsanê derbarê nîqaşên li ser vegerandina leşkeriya neçarî ji Kurdistan24ê re diyar kir, fraksiyona PDKê bi ti awayî piştgiriyê nade projeyasaya leşkeriya neçarî û got: "Em ne bi vê projeyasayê re û em wê red dikin."
Parlamenterê PDKê destnîşan kir, eeger ev yasa li Parlamentoya Iraqê were pesendkirin jî, dê bandora wê li ser Herêma Kurdistanê nebe. Zêbarî got: "Ew projeyasa were pejirandin jî, li Herêma Kurdistanê kar pê nayê kirin."
Mijara yasaya leşkeriya neçarî li Iraqê, dem bi dem tê rojevê, tevî ku piraniya aliyên siyasî û ewlehî di wê baweriyê de ne ku cîbicîkirina wê di mercên niha de gelekî zehmet e.
Di qonaxa herî dawî de, Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî berî çend rojan ragihandibû, parlamento amadekariyan dike ku pêşniyara yasaya leşkeriya neçarî bipejirîne.