Serok Barzanî: Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, keramet û bawerî ye
Serok Barzanî: Pêşmerge berhema xwîn, zehmet û rondikên gelê Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peyamekê de bersiva wan aliyan da yên ku di wê rewşa siyasî de "xwendinên şaş" bo çekê Pêşmergeyan dikin. Wî tekez jî kir ku Pêşmerge û çekê wan pareke veneqetiyayî ne ji dîrok û qurbanîdana gelê Kurdistanê û nabe tenê wekî materyaleke serbazî û alavê şer bê temaşekirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber rewşa siyasî ya taybet a niha, hin alî behsa çekê Pêşmergeyan dikin û xwendinên şaş û dîtinên nerast di vî warî de pêşkêş dikin.
Serok Barzanî di peyama xwe de wekî bersivekê bo wan gotgotkan ragihand: "Divê tevahiya aliyan ev yek li bîr be ku Pêşmerge berhema xwîn, zehmet û rondikên gelê Kurdistanê ye."
Hevdem Serok Barzanî tekez li ser aliyên mînevî yên hêza Pêşmergeyan jî kir û ragihand: "Çekê Pêşmergeyan tenê parçe-hesin, cebilxane û alavê şerkirinê nîne, belkî çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, keramet û baweriya wî ye."
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew çekê di destê Pêşmergeyan de nîşana wê dilsozî û pabendbûna mezin e ya ku wan herdem bo gel, ax û welatê xwe heye.
Ev peyama Serok Barzanî bo parastina pîroziya çekê Pêşmergeyan di demekê de ye ku her îro, li ser asta federal li Bexdayê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihandibû ku lîjneya komkirina çekên derveyî qanûnê bi fermî dest bi karê xwe kiriye û Heşda Şeibî jî dê bê rêkkxistin.
ماوەیەكە بە هۆی ئەو بارودۆخە سیاسییە تایبەتەی هاتۆتە ئاراوە، هەندێ لایەن باس لە چەكی پێشمەرگە دەكەن و لەوبارەیەوە لێكدانەوەی هەڵە و بۆچوونی ناڕاست دەخەنەڕوو. لێرەدا پێویستە هەموو لایەك ئەوەیان لەبیر بێت كە پێشمەرگە لەدایكبووی خوێن و ڕەنج و فرمێسكی گەلی كوردستانە.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) June 3, 2026
چەكی پێشمەرگە،…