Marco Rubio: Donald Trump li Enqereyê tevlî lûtkeya NATOyê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê bo pişkdarîkirina di lûtkeya bê ya Hevpeymaniya NATOyê de seredana Tirkiyeyê dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bo pişkdarîkirina di lûtkeya welatên endamên Hevpeymaniya NATOyê de seredana Tirkiyeyê dike, ku biryar e ew lûtke di rojên 7 û 8ê Tîrmeha bê de birêve biçe.
Li gorî gotinên Rubio ku li pêşiya Lîjneya Karên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê behs kiriye; Trump dê di lûtkeya NATOyê de tevahiya wan xal û sedeman aşkere bike ka çima heta niha Amerîka di nav wê hevpeymaniyê de maye, tevî behskirina wan guhertinên ku pêdivî ye di wê hevpeymaniyê de bên kirin.
Ev daxuyaniya Marco Rubio piştî wê yekê hat ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di dema seredana xwe ya Sîngapûrê de û di hevpeyvîneke taybet de ligel ajansa "Bloomberg"ê ragihandibû: “Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze di civîna lûtkeya bê ya NATOyê de amade bibe, ku biryar e di rojên 7 û 8ê yên Tîrmeha îsal de li bajarê Enqereyê birêve biçe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê jî kiribû ku Trump di dema çend peywendiyên telefonî yên vê dawiyê de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku plana wî heye seredana Tirkiyeyê bike û di civîna serokên NATOyê de amade bibe.