Amerîka: Çalakvanê Kurd Kanî Xulam 1200 k.m bi peyama aştî û azadiyê meşiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanê Kurd Kanî Xulam, ji bo balê bikişîne ser mafên gelê Kurd û aştiya cîhanê, ji paytextê Amerîkayê Washington D.C.’yê heta bajarê Atlanta yê eyaleta Georgia 1200 kîlometre bi peyatî meşiya.
Çalakvanê Kurd Kanî Xulam ku li Amerîkayê dijî, meşeke balkêş a 1200 kîlometre bi serkeftî qedand. Xulam di roja Newrozê (21’ê Adarê) de ji Washington D.C.’yê bi rê ket û piştî 55 rojan gihîşt armanca xwe ya dawî, bajarê Atlanta.
Kanî Xulam derbarê armanca meşa xwe de ji Kurdistan24ê re diyar kir, wî xwestiye peyama aştî û azadiyê bigihîne her kesî. Xulam bi taybetî bajarê Atlanta hilbijart, ji ber ku ev bajar cihê jidayikbûna serokê navdar ê mafên mirovan Martin Luther King Jr. e.
Xulam di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, têkoşîna Kurdan a ji bo nasname û rûmeta mirovî, bi têkoşîna kesayetên wekî Martin Luther King re hevaheng e. Xulam got: "Min xwest ez bidim nîşandan ku Kurd hene, armanc û mafên wan hene û divê dengê wan were bihîstin."
Meşa Kanî Xulam bi tevahî 55 rojan dom kir; Xulam di vê heyamê de 48 rojan bi berdewamî meşiya, 7 rojan ji bo bêhnvedanê navber da û bi vê çalakiyê bi giştî 1200 kîlometre rê birî.
Xulam di dema meşê de li malên malbatên Kurd û Amerîkî ma. Wî di van hevdîtinan de behsa dîrok û çanda Kurdistanê, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û giringiya nasîna rûmeta gelê Kurd kir. Xulam anî ziman ku piraniya şevan li malên xelkê maye û ev yek bûye fersendek ku peyama Kurdan rasterast bigihîne civaka Amerîkayê.
Ev pêngava Kanî Xulam ne meşa wî ya yekem a dûr û dirêj e. Xulam beriya niha di sala 2024’an de jî ji Washingtonê heta bajarê New Yorkê bi peyatî meşiyabû.
Kanî Xulam bi van çalakiyên xwe yên sîvîl û aştiyane, hewl dide balê bikişîne ser bindestiya gelê Kurd û daxwazên wan ên rewa yên di çarçoveya mafên mirovan de.