Cotkarên Zaxoyê: Rêjeya genimê ji me tê wergirtin pir kêm e

Zaxo (K24) – Tevî ku îsal ji ber baranên zêde berhema genim li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê pir baş e, lê biryara hikûmeta Iraqê ya li ser kêmkirina rêjeya wergirtina genim, keda cotkarên herêmê xistiye metirsiyê.

Li herêma Zaxoyê nêzîkî 900 cotkar li ser rûberê 300 hezar dunim erdî genim çandine. Îsal ji ber xweşiya demsalê, cotkar li benda berhemeke bêhempa ne, lê biryarên Bexdayê yên derbarê pişka wergirtina genim de, kêfxweşiya wan veguherandiye nîgeraniyê.

Cotkar Salem Pîro, ku yek ji cotkarên herêmê ye, bal kişand ser cudahiya navbera îsal û sala borî û got: "Sala borî pişka Herêma Kurdistanê 400 hezar ton bû. Îsal tevî ku baran pir baş bariye û em pêşbînî dikin berhem bigihe milyonek tonî, lê hikûmeta Iraqê pişka me kêm kiriye û daxistiye 260 hezar tonî."

Pîro her wiha destnîşan kir, ev biryar ziyaneke mezin digihîne aboriya herêmê û cotkarên ku ji bo îsal amadekariyên mezin kiribûn, niha di diltengiyê de ne.

Cotkar Rêber Seyîd Xalid jî bal kişand ser nebûna navendên embarkirinê û kargehên pîşesaziyê li herêmê û got: "Heke hikûmet genimê me wernegire, ji sedî 80ê berhemê me dê li ser erdî bimîne û têk biçe. Li Kurdistanê kargehên me yên taybet nîn in ku vê rêjeya zêde ya genim bikar bînin, lewma em neçar in bifroşin hikûmetê."

Hewildanên Hikûmeta Herêmê

Ji bo rêgirtin li vê ziyanê, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê li Zaxoyê û Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re ketine peywendiyê. Berpirsên çandiniyê daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê biryara xwe ya li ser pişka genim ji nû ve binirxîne û li gorî asta berhema îsal, genim ji cotkaran werbigire.

Li gorî pisporan, heke ev kêşeye neyê çareserkirin, dibe ku cotkarên Zaxoyê îsal nekarin lêçûnên xwe yên çandiniyê jî derxin, ev yek jî dê bandoreke neyînî li ser xwesteka çandiniyê ya bo salên bê bike.