Safîn Dizayî û Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê li Brûkselê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Safîn Dizayî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Brûkselê de, bi Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Jan Jambon re civiya û derbarê pêşxistina peywendiyên dualî de gotûbêj kirin.
Di roja duyem a serdana xwe ya Brukselê de, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizayî bi Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Jan Jambon re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de giranî hate dayîn ser peywendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên di navbera Hewlêr û Brukselê de.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariyan kirin, bi taybetî di şerê li dijî terorê û piştgirîkirina hêzên Pêşmerge de. Belcîka, wek endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî, di salên borî de roleke giring di dabînkirina alîkariyên lojîstîk û perwerdekirina hêzên Herêma Kurdistanê de lîstiye.
Safîn Dizayî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Me derbarê berjewendiyên hevpar û aramiya herêmê de gotûbêj kir. Rewşa navçeyê niha di navbera nal û bizmaran de ye. Dizayî herwiha destnîşan kir ku Belcîka û Ewropa dikarin roleke bi bandortir di vegerandina aramî û ewlehiya herêmê de bilîzin.
Dizayî spasiya hikûmeta Belcîkayê kir ji bo piştgiriya wan a di qonaxên dijwar de û got: "Em li Belcîkayê hîs dikin ku di mala xwe de ne û her dem di asta herî bilind de pêşwaziya me tê kirin."
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Jan Jambon tekezî li ser berdewamiya peywendiyan kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo wan hevparekî sereke û giring e.