Bendava duyê ya herî mezin a Herêma Kurdistanê di ser de çû
Navenda Nûçeyan (K24) - Bendava Derbendîxanê, ku bendava duyê ya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye, îro bi temamî tije bû û di ser de çû. Rêveberiya wê bendavê ragihand ku ji bo parastina hevsengiyê wan dest bi berdana avê ji bo ser rûbarê Sîrwan kiriye.
Rêveberê Bendava Derbendîxanê Saman Îsmaîl îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, ew bendav îro bi temamî tije bûye û wan dest bi berdana avê ji bo ser rûbarê Sîrwan kiriye.
Saman Îsmaîl herwesa got ku ew bendav dikare 3 mîlyar metreyên sêcarkî yên avê vegire. Bendava Derbendîxanê ji bo dabînkirina av û elektrîkê, li Herêma Kurdistanê yek ji çavkaniyên herî girîng e.
Li gorî datayan, Bendava Derbendîxanê di 65 salên borî de 14 caran di ser de çûye û îsal bû sala 15ê ku ew bendav tije dibe û di ser re diçe.
Bi rengekî giştî li Herêma Kurdistanê 25 bendav hene, ku heta niha 23 ji wan tije bûne û di ser de çûne; tenê du bendav (Dukan û Gomespan) mane ku ew jî tije bibin.