Peyamnêrekî K24ê ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê ve hat xelatkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê salvegera 128ê ya Rojnamevaniya Kurdî de merasîmeke rêzlêgirtinê ji bo hejmareke rojnamevan û medyakarên wê deverê li dar xist. Ev xelat wekî hurmetekê ji bo rola wan a pîşeyî di rûmalkirina pirsên xwendinê û gihandina peyama mamosta û xwendekaran de hat pêşkêşkirin.
Di çarçoveya pîrozkirina salvegera 128ê ya derketina rojnameya yekê ya Kurdî de, Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di merasîmekê de xelata rêzlêgirtinê da hejmareke rojnamevanan, ku roleke berçav di romalkirina mijarên perwerdeyê de lîstiye.
Yek ji wan rojnamevanan jî, ku îro xelatê rêzlêgirtinê pêşkêşî wan hat kirin û kar û xebatên wan ên berê hatin nirxandin, peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal bû.
Di wê merasîmê de, Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê Nejad Ebdulah, tevî pîrozbahiyê, spasiya wan dezgehên medyayê û rojnamevanan kir ên ku bi berpirsiyarî û emanet peyamên perwerdeyê gihandine.
Nejad Ebdulah tekez jî kir ku: "Medya û perwerde du qadên girîng û ji bo avakirin û pêşxistina hişmendiya neteweyî û nîştimanî temamkerên hevdu ne." Hêvî jî xwest ku medyakar her dem wekî pireke mukom di xizmeta gihandina rastiyan û pêşvebirina pêvajoya zanist û perwerdeyê de bimînin.
Rojnamevan û medyakarên amadebûyî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo wê pêşengiya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê pêşkêş kirin.
Nûnerê medyakaran jî di peyvekê de ragihand: "Erkê me ye ku, wekî çavê civakê, em bi hûrî dûvçûna pirsgirêk û kêmasiyan û herwesa serkeftinên sektora perwerdeyê bikin. Bê guman ev rêzlêgirtin jî palderekî mînevî yê mezin e, da ku em bi giringiyeke zêdetir ronahiyê bixin ser sektora xwendinê û xizmeta nifşên xwe yên paşerojê."