Amedspor bo xewna Super Lîgê îro rûbirûyî Bodrumsporê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Bakurê Kurdistanê Amedspor îro di gera 37ê ya Lîga Yekê ya Tirkiyeyê de ji bo parastina xewna gihîştina "Super Lîg"ê rûbirûyî Bodrumsporê dibe. Amedspor, ku bi 72 xalan di rêza sêyê ya rêzbendiyê de cih digire, dixwaze bi serkeftina di vê yariya çarenivîsî de şansê xwe yê derketina rasterast zindî bihêle an jî bi kêmî ve serpişkiya xwe ya mezin a di qonaxa Play-offê de biparêze.

Tîma Amedsporê li Bakurê Kurdistanê îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) di çarçoveya gera 37ê ya gera Lîga Yekê ya Tirkiyeyê de rûbirûyî tîma Bodrumsporê dibe. Amedspor dixwaze bi serkeftina di vê yariyê de şansa xwe ya gihîştina rasterast ji bo "Super Lîg"ê zindî bihêle.

Beriya vê yariyê, Amedspor bi 72 xalan û bi cudahiya tenê yek xalê di rêza sêyê ya lîgê de cih digire. Ji bo ku Amedspor rasterast derkeve Super Lîgê, pêdivîtiya wê bi du serkeftinan di maçên mayî de heye, bi wî şertî ku tîma duyê ya rêzbendiyê xalan winda bike.

Eger Amedspor nekare bilîta rasterast bi dest bixe, şansekî wê yê din heye ku ew jî qonaxa Play-offê ye. Eger Amedspor bikare rêza sêyê biparêze, erkê wê dê di Play-offê de hêsantir be.

Sîstema derketina ji bo Super Lîgê bi vî rengî ye:

Piştî temambûna awayê serkeftina tîma gera rêza yekê ji bo Super Lîga vî welatî bi vî rengê li xwarê 

1.     Serketina Rasterast:

Piştî temambûna yariyên vê gerê (werzê asayî)

Her du tîmên ku rêzên yekê û duyê bi dest xistine bi rengekî rasterast derbazî Super Lîgê dibin.

2.     Qonaxa Play-off (Ji bo bilîta sêyê):

Tîmên sêyê heta çarê di qonaxa Play-offê de rûbirûyî hev dibin, bi vî rengê li xwarê:

Tîpa rêza sêyê: Vê tîmê serpişkiyeke mezin heye, bi rengekî rasterast diçe yariya dawiyê ya Play-offê û li benda serkeftiya qonaxa borî dimîne.

Qonaxa Yekê: 

Tîma 4ê li dijî tîma 7ê yariyê dike.

Tîma 5ê li dijî tîma 6ê yariyê dike.

Ev tenê yek yarî ye û li yarîgeha wê tîmê tê kirin a ku rêza wê bilindtir bûye (çarê û pêncê).

Qonaxa Duyê (Nîv-dawî):

Her du tîmên serkeftî yên qonaxa borî rûbirûyî hev dibin

Ev qonax bi sîstema "çûn û hatin"ê rûbirûyî tê lidarxistin.

Yariya Dawiyê:

Serkeftiyê qonaxa duyê rûbirûyî tîma rêza sêyê dibe.

Ev yarî li yarîgeheke bêalî tê kirin û tenê yek yarî ye.

Serkeftiyê vê yariyê wekî tîma sêyê derbazî Super Lîgê dibe.