Artêşa Yemenê: Tenê îro 647 çalakiyên leşkerî li dijî Hûsiyan hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku di çarçoveya operasyona "Elinda Yemenê" de, 647 çalakiyên leşkerî li eniyên şer bi rê ve birine. Artêşa Yemenê aşkere jî kir ku di wan çalakiyan de bi sedan serkirde û çekdarên Hûsî bûne qurbanî, herwisa 56 otomobîl û keresteyên leşkerî yên wê komê hatine hingaftin û pûçkirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Yemenê Mecîd Nezîlî îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, got: "Ev operasyon bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Piştgirîkirina Şerîyetê li Yemenê bi rê ve çûn." Nezîlî zelal jî kir ku ev çalakî 16 êrîşên asmanî, 545 lêdanên topbaranê, 36 armanckirin bi dronan û 50 lêdan bi mûşekavêjan vedigirin.

Li parêzgeha Teîzê, hêzên hikûmî mîlîşyayên Hûsî bi wê yekê tometbar kirin ku gundê Kehlanê yê devera Eqrozê bi mûşekeke balîstîk kiriye armanc. Ew êrîş bûye sedema kuştina du sivîlan û birîndarbûna heft kesên din, herwisa jinek jî li eynî deverê bi guleya qenasê birîndar bûye.

Hêzên hikûmî û berevaniya cemawerî kariye bersiva êrîş û bizavê ji bo derbazbûna Hûsiyan li eniyên bajarî û derdora wî bikin. Wan hêzan droneka bombekirî êxistiye û êrîşên asmanî jî kombûn û otomobîlên wê komê kirine armanc.

Li Meirîbê, hêzan ragihand ku bizavên derbazbûna Hûsiyan pûç kirine û dronek êxistiye. Herwisa eniyên Zalî', Lehc, Şebwe û Hece bûn şahidê pevçûn û armanckirina pêgeh, tevger û çavkaniyên teqekirinê yên wê komê.