Bi amadebûna Mesrûr Barzanî îro Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan – Kurdistan 2026an, îro Sêşemê (24ê Mijdara 2026an), bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê dike. Di lûtkeya ku dê sê rojan berdewam bike de, zêdetirî 800 ciwan û nûnerên ji Herêma Kurdistanê, Iraq û 47 welatên cîhanê beşdar dibin.
Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan îro di bin dirûşma "Nexşandina Pêşerojê" de û ji aliyê "Kurdistan Foundation" ve tê lidarxistin. Tê payîn ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya lûtkeyê de beşdarî paneleke taybet bibe.
Ev korbend zêdetirî 800 ciwan û nûnerên ji Herêma Kurdistanê, Iraq û 47 welatan, ligel wezîr, berpirsên hikûmetê, sermayedar, rêxistinên navneteweyî, hevbeş, axaftvan û serkirdeyên ciwan ên herêmê û cîhanê li ser yek sekoyê dicivîne.
Li gorî bernameya fermî ya lûtkeyê, di Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan – Kurdistan 2026an de, ciwan ne tenê wekî guhdar û beşdar in, belkî tên xistin navenda gotûbêjan; ew bi xwe panelan birêve dibin, li kêleka wezîran rûdinin û di dariştina pêşniyarên siyasetên rasteqîn de beşdar dibin.
Hemû rûniştinên lûtkeyê di çarçoveya pênc warên sereke de hatine rêxistin ku bi Armancên Geşepêdana Berdewam ên Neteweyên Yekbûyî re diguncin. Ew war ev in:
- Veguherîna dîjîtal û hişê destkird.
- Perwerde û şiyanên ji bo pêşerojê.
- Keşûhewa û geşepêdana berdewam.
- Pêşeroja kar û teknolojiyê.
- Derfetên karê kesk, serkirdayetî û hevkariya navneteweyî.
Di heyama sê rojên karên lûtkeyê de, ev çalakî dê bên lidarxistin:
- 6 panelên gotûbêjê bi birêvebirina ciwanan.
- 6 gotarên sereke yên serkirdeyên niştimanî û navneteweyî.
- 10 maseyên gotûbêjê di navbera ciwanan û wezîran de.
- 12 workşop (komxebat).
- Îmzekirina 4 yadaştnameyên têgihîştinê ligel hevbeşên navneteweyî.