Roja Cîhanî ya Semayê: Li Hewlêrê sê tabloyên hunerî hatin nîşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Semayê de, Tîpa Hunerên Millî ya Hewlêrê çalakiyeke hunerî ya berfireh lidar xist. Di çalakiyê de sê tabloyên hunerî yên cuda hatin pêşkêşkirin û hunermendên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê û pêkhateyên Herêmê beşdar bûn.

Berpirsê Tîpa Hunerên Millî ya Hewlêrê Hîmdad Leşkirî îro 29ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, ev roj ji sala 1982an ve ji aliyê UNESCOyê ve wekî Roja Cîhanî ya Semayê hatî pejirandin û li zêdetirî 150 welatan tê pîrozkirin. Leşkirî diyar kir, wekî Tîpa Hewlêrê, wan her sal ev roj bi girîngî ditiye û îsal jî bi bernameyeke dewlemend derketine pêşberî hunerhezan.

Di çalakiya ku li Hola Çandê ya Hewlêrê bi rêve çû de, sê berhemên sereke hatin nîşandan, Tabloya "Behar", "Govend"û "Ladê".

Hîmdad Leşkirî bal kişand ser rengîniya çalakiyê û got: "Îsal ji bilî tîpa me, birayên me yên Aşûrî jî bi dansên xwe yên taybet beşdar bûn. Herwiha Koma Efrînê ya ku ji Rojavayê Kurdistanê, bi hunera xwe reng dan vê rojê."

Di dawiya şevê de, ji bo ked û xebatên wan ên di warê hunerî de, xelatên rêzlênanê pêşkêşî çend kesayetên hunerî hatin kirin. Di nav kesên hatine xelatkirin de hunermend Azad Seîd, Silvana Wilyam û Nîzam Şikur cih girtin.

Ev çalakî bi serpêperştiya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê ya Hewlêrê ve hatibû organîzekirin û rastî giringîpêdaneke mezin a welatiyan hat.