Yekemîn kargeha şekir li ser asta Iraq û Kurdistanê, li Dihokê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Veberhênanê li Dihokê ragihand, li devera Şêxanê kargeheke mezin a şekir tê avakirin. Ev kargeh dê bibe sedema peydakirina bi sedan derfetên kar û piştevaniya kerta çandiniyê li wê deverê.

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li parêzgeha Duhokê, Dr. Heval Sidîq îro 29ê Nîsana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, projeya kargeheke mezin a şekir bi sermayeya 110 mîlyon dolarî li nahiyeya Qesrokê ya ser bi qezaya Şêxanê ve hat pejirandin.

Dr. Heval Sidîq diyar kir, ev kargeh li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem e û wekî dezgeheke bêhempa tê dîtin. Kargeh dê ji bo dabînkirina madeya xav, pişta xwe bi çandina "çewender" û "qamîşê şekir" girê bide. Ev yek jî dê cotkarên navçeyê han bide ku van berheman biçînin û kargeh dê hemû berhemên wan ji wan bikire.

Rêveberê Veberhênanê tekez kir, ev proje ji bo parastina asayîşa xurakê ya Kurdistanê pir stratejîk e. Kargeh dê li şûna şekirê hawirdekirî û yê destçêkirî, şekirê %100 siruştî berhem bîne.

Ev proje ji bo geşedana aborî û peydakirina derfetên kar xwedî giringiyeke mezin e; ew dê rasterast di navbera 300 heta 400 derfetên kar ji bo ciwanan peyda bike û bi hezaran cotkar û karker jî dê bi awayekî nerasterast ji vê projeyê sûdmend bibin. Di heman demê de, berhema kargehê dê ne tenê li Dihok û Kurdistanê were belavkirin, lê belê dê ji bo parêzgehên Iraqê û welatên cîran jî were hinardekirin.