Serokwezîrê raspartî yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî hefteya bê serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re dicive. Armanca serdana wî çareserkirina arêşeyên stratejîk ên wekî mûçe û Madeya 140ê di çarçoveya hikûmeteke çalak de ye.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Ebdulrehman Cezaîrî îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî dê hefteya bê serdana Herêma Kurdistanê bike û dê ligel Serok Mesûd Barzanî bicive."

Çareserkirina arêşeyên mûçe û Madeya 140ê

Wî serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê amaje bi wê yekê kir ku armanca serdana Zeydî çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, bi taybetî arêşeyên mûçe û Madeya 140ê ya destûrê.

Ebdulrehman Cezaîrî eşkere jî kir ku Serokwezîrê raspartî stratejiyeke nû ji bo çareserkirina arêşeyên hilawîstî heye û giringiyeke taybet dide wan kesatiyên ku roleke sereke di avakirina pêvajoya siyasî ya Iraqê de heye, wekî Serok Barzanî.

Ev pêşhat piştî wê yekê tên ku di çend rojên borî de, aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de bi rengekî fermî li ser berbijarkirina Elî Zeydî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê li hev kir. Ev biryar piştî lihevkirina dawiyê ya di navbera Mihemed Şiya Sûdanî û Nûrî Malikî de hatibû dayîn.