19 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê berê yê Colemêrgê hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê, cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê li Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş birî. DEM Partiyê ev biryar wekî "kudetayeke darazê" ya li dijî îradeya gel pênase kir.

Dadgeha Colemêrgê biryara xwe ya dawî di doza Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de aşkere kir. Dadgehê cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê ku berê li ser Akış hatibû birîn, nû kir û pejirand.

Ev biryar di demekê de hat ku berê Dadgeha Îstînafê ya Wanê ev ceza hilweşandibû û dosye ji bo lêkolînê dîsa şandibû Colemêrgê. Lê belê, dadgeha herêmî ya Colemêrgê daxwazên parêzeran ên ji bo "bêtawaniyê" red kirin û li ser biryara xwe ya kevin ma. Herwiha di heman dozê de li gel Akiş, cezayê girtîgehê li 10 kesên din jî hat birîn.

Bakirhan: Ev kudetaya darazê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncay Bakirhan, li hemberî biryara dadgehê bertekeke tund nîşan da û diyar kir ku ev biryar berdewamiya siyaseta "qeyûman" e.

Bakirhan wiha axivî: "Ev gav kudetayeke darazê ye ku li dijî siyaseta demokratîk a li vî welatî pêk tê. Dewletê pêşî qeyûm xist nava şaredariyê û niha jî vî cezayê giran li hevşaredarê me dibire. Ev hemû nîşaneyên eşkere ne ku îradeya gelê Colemêrgê nayê naskirin."

Bakırhan herwiha destnîşan kir ku di demeke ku civak tî û birçiyê aştî û çareseriyê ye, biryarên bi vî rengî tenê zirarê didin baweriya gel a bi pêvajoya aştiyê.

Şaredarê yekem ê ku qeyûm lê hatibû danîn

Mehmet Siddik Akiş, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de wekî Hevşaredarê Colemêrgê hatibû hilbijartin. Lê belê, tenê piştî du mehan ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hat dûrxistin û piştre hat girtin.

Akiş piştî hilbijartinên 2024an bû yekemîn şaredarê ku qeyûm xistin şûna wî. Ev yek li seranserê Tirkiyeyê û di qada navdewletî de bûbû sedema nerazîbûnên mezin û wekî derbeke li ser demokrasiya herêmî hatibû nirxandin.